Şam-SANA
Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolîna Zanistî Merwan El-Helebî îro Pêncşemê, ligel Balyozê Tirkîyê li Sûrîyê Nûh Yilmaz, hevkarîya di warê xwendina bilind de, pejirandina bawernameyên zanîngehên Tirkî yên li bakurê Sûrîyê, û damezirandina Zanîngeha Hevbeş a Sûrî-Tirkî li Sûrîyê gotûbêj kirin.
Di hevdîtina ku li avahîya wezaretê li Şamê pêk hat, mekanîzmayên belgandina bawernameyên ku ji alîyê zanîngehên Tirkî ve li Sûrîyê hatine dayîn, naskirina wan, û hevsengkirina wan li gorî mekanîzmayeke ku ligel alîyê Tirkî li ser were lihevkirin, hatin nirxandin. Her wiha egera tevlîkirina xwendekarên niha di Zanîngeha Helebê de, piştî dîtina rênimayên cîbicîkirinê ji bo tevlîkirina wan bi hevahengîya ligel Encumena Xwendina Bilind a Tirkî, û çareserkirina vê mijarê bi awayekî herî baş hat gotûbêjkirin.
Her wiha amadekarîyên lidarxistina civîneke hevbeş ligel alîyê Tirkî di meha Tîrmeha bê de hatin nirxandin, ji bo gotûbêjkirina her cûre dozên hilawistî, û dîtina çareserîyekê bi rêya rawêjkarîya hevpar ji bo mijara zanîngehên Tirkî û paşeroja van zanîngehan, û awayê pêşxistina wan bi rêya rawêjkarîya dualî. Di heman demê de reşnivîsa memorandûma taybet bi damezirandina zanîngeheke hevbeş a Sûrî-Tirkî û nêrîna alîyê Tirkî di vî warî de hatin gotûbêjkirin.





