Şam – SANA
Îro Çarşemê, Wezareta Geştyarîyê dîtina destpêkê ya projeya muzexaneya herî mezin a binê avê ya bi navê “Muzexaneya Aştî û Jîyana Deryayî” da nasandin.
Ev pêngav bi amadebûna Wezîrê Geştyarîyê Mazin El-Salhanî û hevtaya wî ya Libnanî, Lura Lehûd li kêleka Dîdargeha “Geşta Sûrî 2026” li Otêla Dama Rose ya Şamê, hat avêtin.
Ev proje muzexaneyeke deryayî ya vekirî ye li hemberî peravên Laziqîyê ku kelepûra Sûrîyê, hunera hemdem û geştyarîya deryayî tîne ba hev.
Her wiha ev proje alav û çekên leşkerî yên jikarketî, di nav jîngeheke taybet a werzişa noqbûnê û jîyana binê deryayê ji nû ve bi kar tîne.
Armanca projeyê avakirina qadeke berfireh a noqbûnê ye ku ji çend beşên girêdayî hev pêk tê.
Proje ji dergehekî ku îlhama xwe ji mîmarîya bajarê kevnar ê Tedmûrê werdigire dest pê dike; piştre qadek ji bo peykerên hunermendên Sûrî tê veqetandin û di beşekî din de jî alav û wesayîtên leşkerî yên jikarketî tên bicihkirin.
Ev yek bi mercê ku berî daxistina wan bo binê deryayê, ji alîyê jîngehî û endezyarîyê ve bi temamî bên paqijkirin û sererastkirin.
