Şam-SANA
Şirketa Sûrî ya Firokevanîyê bi hevkarîya Desteya Giştî ya Firokevanîya Sivîl û Veguhastina Esmanî, îro Duşemê, teşeya nû ya Hêlên Esmanî yên Sûrî û nasnameya wê ya dîtbarî ya nûjenkirî di merasîmekê de li Balafirgeha Şamê ya Navdewletî da destpêkirin.
Şirketa Sûrî ya Firokevanîyê di merasîmê de tekez kir ku yekemîn balafira bi nasnameya dîtbarî ya nûjenkirî kete xizmetê.
Rêveberê Cîbicîkar ê Şirketa Sûrî ya Hevgir a Firokevanîyê Enwer Eqad di gotara merasîma destpêkirinê de got: “Me dest bi pêşxistina platformên cihgirtin, dayîn û xizmetguzarîyên elektronîk kir, heta em gihîştin sepanên telefonên destan, xizmetguzarîyên xweser û çareserîyên dîjîtal, jixwe me malpera xwe ya nû ya elektronîk da destpêkirin û di destpêka meha bê de, em ê pergaleke nû ya cihgirtinê bi taybetmendîyên navdewletî partîk bikin.”

Eqad her wiha anî ziman: “Me sîstema otomatîk pêş xist û e-mail ji bo nameyên navxweyî bi cih kir. Ya ji vê girîngtir ew e ku em hewl didin heta ji destê me bê, wê bi hemû alîyên hikûmî re bi kar bînin ku em bi wan re didin û distînin, da ku em dem, hewldan û kaxezan qezenc bikin.”
Eqad di berdewamîya axaftina xwe de got: “Me îsal bi neh stasyonan dest pê kir û herî dawî me çend stasyonên Ewropî yên wekî Amsterdam, Vîyena, Kopenhagen û Moskowê vekirin. Em ê di demeke nêzîk de hin stasyonên din ragihînin, armanca me ew e ku berî dawîya îsal em bigihîjin 25 stasyonan, ango bi zêdebûneke derdora 120% li gorî destpêka wê.”

Her wiha Eqad anî ziman: “Îro şeş balafirên me hene û em ê di dawîya salê de vê hejmarê duqat bikin.”

