Şam – SANA
Serokê Yekîtîya Odeyên Geştyarîyê ya Sûrîyê Murhef Nezhe tekez kir ku sektora geştyarîyê xwedî derfetên veberhênanê yên hêvîdar e, tevî wan astengîyên ku ji ber salên wêrankirina şîyanan û derketina sazîyan ji xizmetê peyda bûne. Wî destnîşan kir ku ev sektor derbasî qonaxeke nû dibe ku astengîyên mîratmayî û derfetên berfireh li hev dicivîne.
Nezhe piştrast kir ku pêdivîya otêl, xwaringeh û kompanyên veguhastinê bi nûjenkirin û hêsankarîyên yasayî heye. Wî her wiha tekezî li ser giringîya temamkarîya di navbera dewlet û sektora taybet de kir, da ku geştyarî bibe kargêra sektorên çandinî, bazirganî û bazarên navxweyî.
Yekîtî bi hevkarîya Wezareta Geştyarîyê kar dike ji bo destnîşankirina sazîyên asêmayî û pêşkêşkirina wan di korbendên veberhênanê de ji bo kişandina veberhêneran. Armanca vê arasteyê, bi rêya nûkirina yasayan, vegerandina pêgeha geştyarîyê ya Sûrîyê di asta cîhanî de, piştgirîkirina xezîneyê û jinûveavakirina welat e.