Şam-SANA
Bi boneya Roja Geştyarîyê ya Cîhanî û di bin dirûşma “Sûrîye ji geştyarî û aştîyê re”, îro Înê karwanê motosîkletên “Harley” bi beşdarbûna nêzîkî 30 ajokarên Sûrîyê û Kuweytê, ji pêşîya avahîya wezareta geştyarîyê li Şamê bi rê ket.
Endamê Komîteya Bilind a Motosîkletan û Otombêlên Lezê di Wezareta Werziş û Ciwanan de Mu’tez El-Kûd, eşkere kir ku karwanê motosîkletan ji alîyê Wezareta Werzişê ve bi hemahengî ligel Wezareta Geştyarîyê hatiye rêkxistin.

Her wiha El-Kûd dîyar kir ku armanca vê yekê, handana geştyarîyê ye û şûnwar û cihên geştyarîyê di deverên ku tê re derbas dibe bide nasîn, da zanîn jî ku beşdar dê ji Şamê ber bi Tertûsê ve biçin, û ji wir jî ber bi hejmarek deverên Laziqîye û Helebê ve derbas bibin.
Ji alîyê xwe ve, ajokarê Sûrî Yasir Dil’eb got: ku ev çalakî derfetê dide ajokarên Kuweytî ku Sûrîyê ji nêzîk ve nas bikin, û bal kişand ku beşdarên ereb ji bo vê rallyyê bi kelecan in, bi taybet ku Sûrîye bi deverên geştyarî yên cûrbicûr navdar e.
Karwan “Rally” heya roja Duşemê berdewam dike, û di nav meşa xwe de gera li hejmarek dever û cihên geştyarî, dîrokî û xwezayî yên di parêzgehên ku tê re derbas dibe, li xwe digire.



