Laziqîyê-SANA
Êvara duh Duşemê, keştîya geştyarîyê ya rêwîyan “Cedar Waves” a ku ji bendera Cûnîyê ya Libnanî dihat, li bendera Laziqîyê lenger avêt. Bi vî rengî, piştî qutbûna çend salan, jinûvedestpêkirina geştên deryayî yên birêkûpêk ji bo veguhastina rêwîyan di navbera her du benderan de hat ragihandin. Ev pêngav pêwendîya deryayî xurt dike û tevgera geştyarî di navbera her du welatan de geş dike, di heman demê de Wezîrê Geştyarîyê Mazin El-Salhanî, li benderê beşdarî merasîma pêşwazîkirina keştîyê bû.
Rêveberê Giştî yê Desteya Giştî ya Perwerdeya Geştyarî û Otêlvanîyê, Rekan Ebdullah El-Tayîh, di daxuyanîyekê de ji bo nûçegihanê SANAyê tekez kir ku ev geşt “pêngava yekem e piştî rizgarkirinê ji bo geşkirina xeta geştyarî ya deryayî ji bo veguhastina rêwîyan”. Navborî bal kişand ser wê yekê ku keştî ji bendera Cûnîyê li Libnanê ber bi bendera Laziqîyê ve bi rê dikeve, û piştre diçe Mêrsîna Tirkîyê.
Ji alîyê xwe ve, Rêveberê Beşa Karûbarên Rêwîyan li bendera Laziqîyê, Izedîn El-Husên zelal kir ku keştîya ku îro ji alîyê benderê ve hat pêşwazîkirin, rêwîyên ji neteweyên cuda cuda hildigirtin. Navborî destnîşan kir ku Desteya Giştî ya Dergeh û Gumrikan hêsankarîyên pêwîst ji bo derbasbûna rêwîyan dabîn kirine, çi Sûrî bin çi jî ji neteweyên din bin.
Ji alîyê xwe ve, Rêvebera Projeya Keştîya Rêwîyan “Cedar Waves”, Madona Hiwêk, dîyar kir ku şîyana keştîyê nêzîkî 350 rêwîyan e. Wê kêfxweşîya xwe bi jinûvedestpêkirina geştên deryayî bo Sûrîyê piştî qutbûna bi salan anî zimên, ew jî bi rêya vekirina yekemîn xeta deryayî ku Libnan û Sûrîyê bi hev ve girê dide, nexasim ji bendera Cûnîyê bo bendera Laziqîyê, bi rêjeya du heta sê geştên heftane.






