Ebû Zebî-SANA
Tîmek ji efserên Wezareta Navxwe beşdarî Qehremanîya Erkên Taybet (UAE SWAT Challenge) bû ku dewleta Îmarata Erebî mêvandarîya wê dike. Tîm rêzek rikeberîyên meydanî pêk tîne ku ji bo pîvandina asta kalîteya di hunerên tektîkî, leza bersivdanê û şîyana rûbirûbûna senaryo û rewşên curbecur ên meydanî de hatine sêwirandin.
Ev beşdarbûn di çarçoveya planên Wezareta Navxwe de tê, bi mebesta pêşxistina karînên xebatkarên wê yên ewlehîyê, bilindkirina asta amadebaşîya meydanî û bihêzkirina pevguhertina ezmûnan ligel tîmên beşdar. Ev yek li gorî pîvanên navneteweyî yên pejirandî di warê erkên taybet de tê kirin û piştevanîya pergala karê ewlehîyê dike.




