Şam – SANA
Wezareta Geştûguzarîyê girêbesta otêla “Bewabat El-Sebi′ (Heft Dergeh)” ya bi kompanya “Le Parc Concorde” a Siûdî re bi lihevkirinê betal kir, ji ber pejirandina kompanyê bi kêmasîyên xwe û binpêkirina bendan, ligel vegerandina sîgorteyan bi rengekî dostane.
Wezaretê zelal kir ku ev pêvajo li gorî madeya 21ê (madeyên betalkirina girêbestê) pêk hat, piştî ku çend name ji kompanyê re hatin şandin ji ber binpêkirina pirranîya bendên peymanê.
Wezaretê piştgirîya teknîkî pêşkêşî kompanya Siûdî kir berî girêbestê (Tebaxa 2025an), û tekez kir ku ew piştgirîya veberhênerên jidil dike û bi her awayî istixlalên milkên dewletê red dike.