Şam-SANA
Desteya Giştî ya Perwerdeya Geştyarî û Otêlvanîyê ya ser bi Wezareta Geştyarîyê ya Sûrîyê ve, îro Yekşemê bi hevkarîya Yekîtîya Odeyên Geştyarîyê, qonaxa yekem a xula rênîşanderên geştyarî bi rêya hevpeyvînên devkî li avahîya desteyê li Şamê pêk anî.
Hejmara serlêderên xula ku dê mehek û nîvê bidome û ji 120 saetên perwerdeyê pêk tê, gihîşt “126” fêrxwazan. Ezmûn bi zimanên Inglîzî, Îtalî, Tirkî, Çînî, Almanî, Fransî, Rûsî, Îspanî û Ermenî tên kirin.
Wezîrê Geştyarîyê Mazin El-Salhanî di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê, tekezî li ser rola sereke ya pîşeya rênîşandarîya geştyarî di nîşandana rûyê şaristanî yê Sûrîyê de kir. El-Salhanî destnîşan kir ku ev “pîşeyeke hizrî” ye ku rênîşander dixe ber berpirsyarîya pêşkêşkirina wêneyekî giştî li ser nirxên civaka Sûrîyê, bi rengekî ku bandoreke erênî li cem geştyar çêbike.
Fêrxwaz Yasir Himsî kêfxweşîya xwe bi qeydkirina di vê xulê de anî ziman û dîyar kir ku ew zêdetirî deh salan e di sektora geştyarî û geştê de dixebite, lê pêdivîya wî bi perwerdeya pîşeyî heye da ku bikaribe bedewîya Sûrîyê nîşan bide û wêneyê rast bide geştyarên ku ji welatên cuda cuda yên cîhanê tên.


