Şam-SANA
Wezareta Geştyarîyê ya Sûrîyê îro duşemê, li avahîya wezaretê li Şamê, peymaneke hevkarîya teknîkî bi kompanya “Ilm” a Siûdî re îmze kir. Ev peyman warên arşîvkirina zîrek, birêkxistina tomaran û pêşxistina pergalên birêvebirina daneyan li xwe digire.
Wezîrê Geştyarîyê Mazin El-Salihanî di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê dîyar kir ku wezaret ne tenê li gorî veguhertina dîjîtal dimeşe, lê belê hewl dide ku di asta sektora turîzmê de rêberîya wê bike. Her wisa destnîşan kir ku hevkarî bi kompanya “Ilm” a Siûdî re pêngaveke stratejîk e.
Ji alîyê xwe ve, Rêveberê Cîbicîkar ê kompanya “Ilm” a Siûdî Mihemed El-Umeyr bal kişand ser wê yekê ku ev hevkarî xwe dispêre ezmûna berfireh a ku Erebistana Siûdî di warê veguhertina dîjîtal a hikûmî de bi dest xistiye, ku asta şefafîyet û kalîteya xizmetguzarîyan bilind kiriye.
Ev peyman di çarçoveya rêzepêngavên ku wezaret pêk tîne de tê ji bo xurtkirina binesazîya xwe ya rêxistinî, ku ev yek dê bandoreke erênî li ser jîngeha veberhênanê û kalîteya xizmetên ku ji bo geştyaran têne pêşkêşkirin bike.


