Madird-SANA
Rêxistina Geştîyarîyê ya Neteweyên Yekbûyî, ragihand ku hejmara geştîyarên navdewletî di sala 2025an de gihîştîye 1.52 milyar geştîyarî. Ev yek nîşan e ku li gorî sala 2024an bi rêjeya %4 zêde bûye. Ev jî wekî 60 mîlyon geştîyarên zêdetir tê hesibandin.
Rêxistinê tekez kir ku piranîya deverên geştîyarî yên navdewletî encamên erênî bi dest xistine, û dahata geştîyarîya cîhanî gihîştîye nêzîkî 1.9 trîlyon dolarî, ku bi rêjeya %5 geşbûn tomar kiriye.
Li gorî raporê, Ewropa bi 793 mîlyon geştîyarî pileya xwe wekî herêma herî zêde geştîyaran pêşwazî dike parastîye. Li alîyê din, Rojhilata Navîn li gorî heyama berîya astengîyên koronayê astên herî bilind ên geşbûnê bi dest xistine; bi pêşwazîkirina 100 mîlyon geştîyarî, ku bi vê yekê asta sala 2019an bi rêjeya %39 derbas kirîye. Rêxistin pêşbînîyê dike ku tevî astengîyên aborî û jeopolîtîkî, di sala 2026an de geştîyarî bi rêjeya %3-4 geş bibe.
Sekretera Giştî, Şêxa El-Nuweyis, amaje bi wê yekê kir ku zêdebûna kesên dixwazin geştûguzarîyê bikin tevî buhabûnê û alozîyan jî, berdewam kiriye. Û got ku piştî krîza COVID-19ê – ya ku hejmara geştîyaran li cîhanê zêdetirî %70 kêm kiribû – ev sektor nêzîkî başbûna tam bûye.