Şam-SANA
Wezareta Geştyarîyê yekem pêşbirka xwe ya elektronî ji bo nîşandana cihên geştyarî û şûnwarî li Sûrîyê ragihand. Ev pêngav beşek e ji hewldanên wezaretê ji bo raberkirina mîrateya dewlemend a welêt û bihêzkirina pêgeha wê li ser nexşeya geştyarîyê ya herêmî û cîhanî.
Wezareta Geştyarîyê li ser Telegrama xwe eşkere kir ku pêşbirk, pêşkêşkirina baştirîn vîdyo yan albûma wêneyan li xwe digire ku bedewîya xwezayî û dewlemendîya çandî ya Sûrîyê nîşan dide. Armanc handana wênegir û amatoran e ku bi rêya platformên dîjîtal beşdarî danasîna geştyarîya navxweyî bibin.
Li gorî wezaretê, divê beşdar wêne û vîdyoyên xwe bi kalîteyeke bilind, ligel hûrgulîyên cihê kişandinê û lînka belavkirinê li ser medyaya civakî bişînin. Dema tomarkirinê ji 12-31ê Çirîya Pêşîn berdewam e.
Wezaretê ji bo kesên serkeftî xelatên diravî destnîşan kirine. Di beşa wêneyan de, serketîyê yekem dê 500 dolar, yê duyem 400 dolar û yê sêyem 300 dolarî wergire. Di beşa vîdyoyên kurt (Reels) de, xelata yekem 1000 dolar e, li pey wê jî xelatên 700 û 500 dolarî ji bo serketîyên duyem û sêyem hene.
Her wisa, wezaretê dîyar kir ku tomarkirin bi rêya barkoda di daxuyanîya fermî de, bi rêya hejmara (+963982570462) an jî bi rêya kanala Telegramê (@Abdullahhalakh1) pêk tê.
