Şam-SANA
Wezareta Pêwendî û Teknolojîya Zanyarîyan peymana avakirina kabloya deryayî ya bi navê “Ebla”yê di navbera Şirketa Têkilîyan a Sûrîyê, Desteya Têkilîyan a Qibrisê “Cyta” û şirketa Amerîkî “UNIFI Communications, Inc” de îmze kir; bi vê yekê proje kete qonaxa cîbicîkirinê di çarçoveya plana wezaretê de ji bo nûjenkirina pergala pêwendîya navneteweyî ya Sûrîyê û zêdekirina xetên wê.
Wezaretê îro Yekşemê di daxuyanîyekê de ku kopîyek jê gihîşte SANAyê dîyar kir ku kabloya nû dê bajarê Tertûsê bi binkeya Pentaskhinosê ya li Qibrisê ve girê bide.
Kablo bîst û çar cotên fîberên optîk li xwe digire, ku di qonaxa destpêkê ya xebitandinê de şîyana veguhastina daneyan bi qebareya 31 terabît di çirkeyê de dabîn dike, bi şîyana bilindkirina wê bo 370 terabîtê di çirkeyê de.
Her wiha ev proje dê girêdaneke rasterast bi Qibrisê re pêk bîne, û ji wir jî bi rêya torên “Cyta” ve ber bi torên Ewropî û cîhanî ve were veguhastin.
Wezaretê her wiha destnîşan kir ku ew li ser pêşxistina binesazîya pêwendî û înternetê li Sûrîyê dixebite, ew jî li ser bingeha dîtineke berfireh a ku fîberên deryayî yên nûjen, tora bingehîn a niştimanî û hêlên bejayî yên herêmî tîne ba hev; bi mebesta bilindkirina şîyan û kapasîteyan ji bo karsazên pêwendîyê, pêşkêşkerên xizmetguzarîyê û bi vî rengî jî ji bo welatîyan.