Şam – SANA
Wezareta Enerjîyê piştrast kir ku bilindbûna bihayên berhemên petrolê li Sûrîyê encama zêdebûneke awarte ya lêçûna dabînkirina van berheman li ser asta cîhanî ye, ku hemwext e ligel karên çaksazî û çavdêrîya giştî ya parzûngeha Banyasê.
Her wiha destnîşan kir ku ev guhertin demkî ye û armanc jê ew e ku berdewamîya dabînkirinê û peydabûna sotemenîyê li bazara navxweyî were misogerkirin.
Wezaretê dîyar kir ku zêdebûna lêçûna dabînkirina benzîn, mazot û fiyûlê li cîhanê bandorê li bazara Sûrîyê dike; nexasim di vê demê de ku parzûngeha Banyasê ji bo nêzîkî du mehan ketiye bin pêvajoya çaksazî û sererastkirineke giştî, ev rewş jî pêdivîya hawirdekirina demkî ya berhemên neftê yên amade zêde dike.
Zêdebûna niha ne tenê girêdayî bihayê nefta xam e; lê bazarên berhemên parzûnkirî jî di bin zextan de ne ji ber kêmbûna berhemên berdest, têkçûna şîyanên parzûnkirinê û zêdebûna lêçûnên veguhastin, barkirin û sîgorteyê, ev yek jî lêçûna giştî ya dabînkirina van berheman ji bo bazara Sûrîyê girantir dike.



