Mename-SANA
Wezareta Derve ya Behreynê hevxemî û piştevanîya Şaneşîna Behreynê bi Komara Erebî ya Sûrîyê ya bira re, bi serokatî, hikûmet û gelê wê ve, piştî bûyera trafîkê ya êșdar ku li ser rêya Dêrezor-Şamê rû da û bû sedema mirin û birîndarbûna bi dehan kesan, anî ziman.
Wezareta Derve di daxuyanîyekê de duh roja Yekşemê, sersaxîyên xwe yên jidil û hevxemîya Şaneşîna Behreynê pêşkêşî hikûmet, gelê Sûrîyê yê bira, û malbat û xizmên qurbanîyên vê bûyera diltezîn kir, û ji Xwedayê mezin xwest ku rehmê li mirîyan bike û rehetbûneke lezgîn bide birîndaran.
Bûyera trafîkê ya ku pêr li ser rêya Dêrezorê-Şamê rû da, bû sedema mirina 35 kesan û birîndarbûna 30 kesên din.