Şam-SANA
Sûrîyê ji dil û can pîrozbahîya hikûmet û gelê Pakistanê bi boneya Roja wê ya Neteweyî kir.
Wezareta Karên Derve û Koçberan di daxuyanîyekê de îro Duşemê, tekez kir ku Sûrîye pir giringîyê dide xurtkirina peywendîyên hevkarîyê yên di navbera xwe û Pakistanê de û pêşxistina wan di warên cuda de; bi awayê ku xizmeta berjewendîyên hevbeş bike û têkilîyên dostanî û piştgirîyê di navbera her du gelên dost de kûrtir bike.