Bruksel-SANA
Rêvebera Daîreya Rojhilata Navîn, Afrîkaya Bakur û Dewletên Kendavê li Yekîtîya Ewropayê, Henrike Trautmann, tekezî li ser pêdivîya piştgirîya biserxwevhatin û jinûveavakirina Sûrîyê kir.
Trautmann îro Pêcşembê, bi rêya platforma Xê, wek daxuyanîyekê li ser civîna xwe ya duh li Şamê ligel Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî, dema serokatîya şandeyeke pilebilind a Yekîtîya Ewropayê dikir, got: “Gotûbêjeke îlhambexş li ser xurtkirina têkilîyên di navbera Sûrîye û Yekîtîya Ewropayê de û avakirina hevkarîyeke kartêker di sektorên cihêreng ên aborî de bi rêya veberhênanê, hate encamdan.”
Trautmann wiha jî got: “Em wek Yekîtîya Ewropayê, bi awayekî eşkere giringîyê didin piştgirîya başbûn û jinûveavakirina Sûrîyê.”