Îslamabad-SANA
Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî, îro Pêncşemê li Îslamabada paytext, bi Serokwezîrê Komara Îslamî ya Pakistanê Mihemed Şehbaz Şerîf re civîya. Ev yek di çarçoveya serdana dîrokî de ye ku wezîr pêk tîne.
Di hevdîtinê de, têkilîyên dualî û rêyên xurtkirina wan di navbera her du welatên dost de di warên cuda cuda de hatin gotûbêjkirin, bi awayekî ku xizmeta berjewendîyên hevbeş bike.
Wezîr di dema hevdîtinê de, pesnê rola avaker a ku Pakistan di xurtkirina aştî û aramîya herêmî de dilîze da.

