Berlîn – SANA
Wezîrê Enerjîyê yê Sûrîyê Mihemed El-Beşîr beşdarî kar û xebatên Korbenda Sûrî-Almanî bû, ya ku îro roja Duşemê li Berlînê hat lidarxistin. Ev yek di çarçoveya serdana fermî ya Serok Ehmed El-Şeri’ de bo Almanyayê pêk hat.
Wezîr El-Beşîr li Berlînê tekez kir ku Sûrîye piştî wêranbûna sektora elektrîkê, berê xwe dide “Enerjîya Nûjenbar”. Wî eşkere kir jî ku peyman hatine îmzekirin ji bo berhemandina 9700 megavat (tav, ba û kevneşopî). Her wiha bal kişand ser rola bingehîn a kompanya Siemens di xebitandina stasyonan û pêşxistina torê de. Wî ragihand ku memorandûmên nû yên têgihîştinê ligel Siemens û Knauf hatine pêk anîn, û spasîya piştgirîya Almanî ya bi rêya rêxistinên KFW û GIZ kir.
Îro roja Duşemê li Berlînê, Korbenda Sûrî-Almanî bi beşdarîya hejmarek wezîrên Sûrî û berpirsên Almanî hat lidarxistin.

