Terablus-SANA
Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî, îro Yekşemê, li Terablusa paytexta Lîbyayê, ligel Serokê Hikûmeta Yekîtîya Niştimanî, Ebdilhemîd El-Debîbe, civîya.
Her du alîyan, têkilîyên dualî yên di navbera her du welatên bira de û rêyên xurtkirin û bilindkirina asta wan di warên cuda cuda de gotûbêj kirin. Her wiha tekezî li ser girîngîya berfirehkirina asoyên hevkarîyê, xurtkirina pêwendîyan û hevrêzkirina karê di navbera sazîyên pêwendîdar ên her du welatan de kir, bi awayekî ku xizmeta berjewendîyên hevpar bike.


