New York-SANA
Sûrîyê serokatîya Koma Erebî li Neteweyên Yekbûyî (NY) li New Yorkê ji bo xula niha wergirt.
Nûnertîya herdemî ya Komara Erebî ya Sûrî li Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê, di weşandinekê de li ser hesabê xwe yê platforma “X”ê ragihand: “Sûrîye serbilind e bi wergirtina serokatîya Koma Erebî li Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê.”
Nûnertîyê dîyar kir ku Nûnerê Herdemî yê Sûrîyê li Neteweyên Yekbûyî, Îbrahîm Ulebî, bi vê boneyê civînek bi Balyoz Macid Ebdulfetah Ebdulezîz re, Çavdêrê Daîmî yê Komkara Ereban li Neteweyên Yekbûyî, pêk anî. Di civînê de pêşînîyên karên Koma Erebî di meha bê de û rêyên xurtkirina hevrêzakarîyê di navbera dewletên endam de hatin gotubêjkirin.
Koma Erebî li Neteweyên Yekbûyî, hemû dewletên endamên Komkara Ereban lixwe digire, û armanca wê hevrêzakirina helwestan û yekkirina gotara Erebî ye li beramberî dozên sîyasî, mirovî, yasayî û geşepêdanê yên ku di rojeva Neteweyên Yekbûyî de ne.