Şam-SANA
Komara Erebî ya Sûrîyê îro Şemîyê, bi helkefta salvegera Roja Serxwebûnê, pîrozbahî li hikûmet û gelê Amerîkayê kir.
Wezareta Derve û Koçberan di daxuyanîyekê de bi vê helkeftê, tekez kir ku Sûrîye pir girîngîyê dide geşkirina dîyalogê bi Amerîkayê re, avakirina têkilîyên li ser bingeha rêzgirtina her du alîyan ji hev re û berjewendîyên hevpar, bi awayekî ku ewlehî û aramîya herêmî û navdewletî xurt bike, û têkeve xizmeta daxwazên her du gelan ji bo avakirina paşerojeke ku hevkarî û aştî her dem tê de serwer bin.