Şam-SANA
Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî, îro Çarşemê, pêwendîyeke telefonî ligel Serokê Encumena Wezîran a Libnanê Newaf Selam encam da; di pêwendîyê de rêyên xurtkirina hevkarî û hevahengîya di navbera Sûrîye û Libnanê de hatin gotûbêjkirin, bi awayekî ku xizmeta berjewendîyên hevbeş ên her du welat û gelên bira bike, û piştgirîya ewlehî û aramîya wan bike.
Her wiha her du alîyan di pêwendîyê de geşedan û pêşhatên herî dawî yên li ser qadên herêmî û navneteweyî û bandora wan li ser her du welatan nirxandin, ligel tekezkirina li ser girîngîya berdewamîya hevahengî û hevkarîya di navbera her du welatan de ji bo çareserkirina mijarên cuda cuda yên xwedî berjewendîya hevbeş.