Şam-SANA
Komara Erebî ya Sûrîyê, daxuyanîyên ku ji alîyê berdevkê leşkerî yê milîsên Hûsî ve derketine ku angaşt û tometên pûç derbarê Şaneşîna Erebistana Siûdî ya destexwişk de li xwe digirin û hewl didin ku rola wê ya herêmî reş bikin û hewldanên ku armanca wan xurtkirina ewlehî û aramîya li herêmê ye têk bidin, bi tundtirîn şêwe şermezar kirin.
Wezareta Derve û Koçberan di daxuyanîyekê de îro Çarşemê, hevsozîya Komara Erebî ya Sûrîyê ya tam bi Şaneşîna Erebistana Siûdî re li hember van angaştan piştrast kir.
Di berdewamîya daxuyanîya xwe de, Wezareta Derve pesnê rola erênî û navendî ya ku Şaneşîn di çespandina ewlehî û aştîya herêmî, piştgirîya çareserîyên sîyasî ji bo nakokîyan, û xurtkirina dîyalog û hevkarîya di navbera welatên herêmê de digire ser milê xwe da, bi awayekî ku xizmeta berjewendîyên gelên wan bike û aramîya wan biparêze.
Tê zanîn ku milîsên Hûsî li Yemenê, pêr Duşemê, gefên xwe yên li ser keştîgerîya deryayî li herêmê dijwar kiribûn û tişta ku jê re digot “qedexeya keştîgerîya deryayî” li ser Erebistana Siûdî ragihandibû.