Şam – SANA
Cîgirê Wezîrê Parastinê, lîwa Mihemed Xêr Şu’eyb, ligel Pêveka Leşkerî ya Balyozxaneya Komara Tirkîyê li Şamê, serheng Hesen Xûz ketwara têkilîyên leşkerî ya di navbera her du welatan de gotûbêj kir.
Her du alîyan di civîna ku îro Çarşemê li Şamê hate lidarxistin, rêbazên xurtkirin û pêşxistina têkilîyên leşkerî gotûbêj kirin, bi awayekî ku beşdarîyê di berfirehkirina qadên hevkarîyê û hevrêzîya hevbeş a di navbera her du welatan de bike.

