Lahey-SANA
Rêvebera Giştî ya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) Sabrina Dallafior tekez kir ku rêxistina wan ji bo rêgirtina li dubarebûna karesatên çekên kîmyewî, pabendî xebata bi Sûrîye û welatên endam re ye.
Rêvebera OPCWê Sabrina Dallafior destnîşan kir ku salvegera 13an a êrîşa kîmyewî ya li ser Xûtaya Şamê û azarên qurbanîyan, bîranîneke wiha ye ku girîngîya pîvanên cîhanî yên dijî van çekan careke din bi bîra her kesî dixe.
Dallafiorê, îro Înê di daxuyanîyeke li ser platforma “X”ê de wisa got: “Di salvegera êrîşa kîmyewî ya sala 2013an a li Xûtayê de, ez sersaxîya xwe ya ji dil pêşkêşî qurbanî, rizgarbûyî û malbatên wan dikim. Ez hemû kesên ku li hundirê Sûrîyê û li derveyî wê ji ber bikaranîna çekên kîmyewî zirar dîtine, bi bîr tînim.”
Sabrina Dallafior dîyar kir ku wê vê hefteyê ligel Nûnerê Herdemî yê Sûrîyê yê OPCWê Mihemed Ketûb, pêngavên xebata hevbeş a siberojê gengeşe kirine.
Navborî bal kişand ser wê yekê ku dîtina hin cebilxaneyên kîmyewî yên ku berê nehatibûn ragihandin, nîşan dide ku hîn gelek kar li pêşîYA wan heye; lê di heman demê de ev pêşketin nîşaneya wê yekê ye ku bi hevkarîyeke micid encamên girîng tên bidestxistin.