Rîyad-SANA
Encumena Wezîran ya Siûdîyê, bi serokatîya Şahzadeyê Cînișîn Mîr Mihemed bin Selman, pêşwazî li biryara rêveberîya Amerîkayê ya ji bo destpêkirina rêkarên derxistina navê Sûrîyê ji lîsteya “Dewletên Pişgirên Terorê” kir.
Encumenê tekez kir ku Erebistana Siûdî bi temamî piştgirîya gavên erênî yên ku hikûmeta Sûrîyê ji bo xurtkirina ewlehîyê, avakirina sazîyên dewletê û pêkanîna daxwazên gelê xwe diavêje, dike.
Di çarçoveyeke din a herêmî de, Encumenê bi tundî êrîşên dubare yên Îranê yên li ser keştîyên bazirganî li Tengava Hurmuzê, û welatên Kendavê (Kuwêt, Behrên, Qeter, Îmarat û Eman) ligel Urdunê, yên ji encama lêdanên dualî yên navbera Waşington û Tehranê pêk hatin, şermezar kirin. Her wisa careke din reftarên Îranê yên ku aramîya herêmê têk didin, qanûn û peymanên navdewletî binpê dikin, red kirin.
Di dawîyê de, Encumenê pêşwazî li tekezkirina Iraqê ya li ser pabendîya xwe ya biryardarî bi rênedana bikaranîna ax an jî ezmanê wê wekî xala destpêkirina çi êrîşekê ku Siûdîyê û welatên herêmê dike armanc, kir.