Neteweyên Yekbûyî
New York-SANA
Neteweyên Yekbûyî (NY) pêşwazî li lihevkirina seranserî di navbera hikûmeta Sûrîyê û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD)ê de kir û bang kir ku pêşgavî bi dabînkirina aramîya li Sûrîyê were dayîn.
Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres di daxuyanîyekê de ku Navenda Nûçeyan a NY ragihandiye, spasîya hemû kesên ku ji bo piştgirîya vê lihevkirinê xebitîne kir û bang li “hemû alîyan kir ku bi lezgînî kar bikin ji bo dabînkirina cîbicîkirina wê, nemaze derbarê tevlîbûna aştîyane ya bakurrojhilatê Sûrîyê û dabînkirina mafên hemwelatîyên Kurd ên Sûrî”.
Ji alîyê xwe ve, Komîteya Lêkolînê ya Navneteweyî ya Serbixwe ya Taybet bi Sûrîyê pêşwazî li lihevkirina ku di navbera hikûmeta Sûrîyê û HSDê de pêk hatiye kir û bang kir ku hewldan ji bo parastina sivîlan berdewam bikin, nexasim rêdana vegera niştecihên koçber û gihandina alîkarîyan ji bo bakurrojhilatê Sûrîyê.
Her wiha serokê komîteyê Paulo Pinheiro pêşwazî li mersûma serokatîyê kir ku ji alîyê Serok Ehmed El-Şeri’ ve hatiye derxistin, derbarê mafên çandî, zimanî û mafên hemwelatîbûnê yên Kurdên Sûrîyê, piştî ku hikûmetên li pey hev di serdema rejîma berê de ji bo demeke dirêj ew ji van mafan bêpar hiştibûn.