Şam-SANA
Serok Ehmed El-Şeri’, di peywendîyeke telefonî de ligel Serokê Amerîkayê Donald Trump, peywendîyên dualî yên navbera her du welatan, tevî pêşhatên herêmî û navdewletî yên balkêş gotûbêj kirin.
Serok El-Şeri’ di peywendîya bi Trump re, îro Yekşemê, tekezî li ser girîngîya berdewamîya piştgirîya navdewletî ji bo Sûrîyê di qonaxa avakirin û başbûnê de kir. Serok destnîşan kir ku rakirina cezayên mayî pêngaveke sereke ye ji bo bihêzkirina aborîya Sûrîyê da ku çalakîya xwe vegerîne û rewşa jîyana welatîyan baştir bike.
Serok El-Şeri’ tekez kir ku bidawîkirina cezayan dê veberhênanê han bide û jîngeheke guncaw ji bo vegera projeyên aborî û geşepêdanê di sektorên cihêreng ên jîyanî de amade bike, ku ev yek dê di xurtkirina hewldanên geşepêdan û aramîyê de bibe alîkar.
Her wiha peywendîyê behsa pêşhatên ewlehîyê yên li herêmê û pirsgirêkên ji ber alozîyên herêmî derketine kir, ku tê de Serok El-Şeri’ girîngîya çareserîyên dîplomatîk û dîyalogê ji bo çareserkirina krîzan tekez kir, bi awayekî ku ewlehî û aramîya herêmî xurt bike û herêmê ji alozîyên zêdetir dûr bixe.
Ji alîyê xwe ve, Serok Trump guhdana xwe ya ji bo şopandina pêşhatên li Sûrîyê û herêmê nîşan da, û tekezî li ser girîngîya parastina aramîyê û piştgirîkirina hewldanên başbûn û jinûveavakirinê li Sûrîyê kir.
Di dawîya peywendîyê de, her du alîyan li ser berdewamîya têkilî û hevahengîyê derbarê dosyayên balkêş ên hevpar de li hev kir, bi awayekî ku xizmeta berjewendîyên her du welatan bike û beşdarî xurtkirina ewlehî û aramîya li navçeyê bibe.