Enqere-SANA
Tirkîyê ji ber qurbanîyên kelekeke ku di Çemê Feratê de li bajarê Dêrezorê binav bûbû, sersaxîya xwe bo Sûrîyê anî ziman.
Ajansa “Anadolu”yê li gor daxuyanîyeke Wezareta Dereve ya Tirkîyê ku duh Yekşemê hatiye weşandin, ragihand ku “Wezaretê bi xemgînîyeke mezin nûçeya ketina qurbanîyan di bûyera keleka ku di Çemê Feratê de li parêzgeha Dêrezorê binav bû wergirt.” Her wisa lê zêde jî kirin: “Em bi hêvî ne Xwedê li kesên ku jîyana xwe ji dest dane were rehmê, û sersaxîyê li Kesûkarên wan û gelê Sûrîyê dikin.”
Di daxuyanîyê de hat ku “Tirkîyeya ku piştgirîya karên lêgerîn û rizgarkirinê dike, dê di vê qonaxê de jî di rawestana ligel Sûrîyê, bi hikûmet û gelê wê ve, berdewam be.”