Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: Serok El-Şeri’: Sûrîye Rola xwe ya Zindî Wekî Xala Girêdanê di Bazara Korîdorên Cîhanî de Vedigerîne
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Serokatiya Komarê > Serok El-Şeri’: Sûrîye Rola xwe ya Zindî Wekî Xala Girêdanê di Bazara Korîdorên Cîhanî de Vedigerîne

Serok El-Şeri’: Sûrîye Rola xwe ya Zindî Wekî Xala Girêdanê di Bazara Korîdorên Cîhanî de Vedigerîne

Hat weşandin: 2026/07/07 2:43 PM
Hat nûkirin: 2026/07/07 2:44 PM

Şam-SANA

Serok Ehmed El-Şeri’ tekez kir ku Sûrîyê rola xwe ya zindî wekî xaleke girêdanê ya bingehîn di bazara korîdorên cîhanî de vegerandiye.

Ev daxuyanî îro Sêşemê di axaftina Serok El-Şeri’ de hat, dema ku ligel Serokê Fransî Emmanuel Macron serokatîya civîna maseya dorhêl di navbera her du alîyên Sûrî û Fransî de li Koşka Gel a Şamê dikir, wekî amadekarîyekê ji bo îmzekirina hejmarek peyman û memorandumên hevtêgihîştinê di gelek warên veberhênanê de.

Serok El-Şeri’ got:

Hûn bi xêr hatin Sûrîya nû. Îro komek ji pêşengên pîşesazî û aborîyê, birêvebirên fîloyên barkêşîyê yên cîhanê, hilberînerên balafiran, operatorên firokexaneyan û kesên torên av û enerjîyê ava dikin li vê holê civîyane. Koşka Gel pêşwazîya we dike da ku hûn welatekî bibînin ku biryar daye rabe ser xwe û rê li ber her kesê ku dixwaze pê re ava bike, veke.

Sûrîye xwedî pêgeheke stratejîk e ku Deryaya Spî bi Kendav û Iraqê ve girê dide, û bi rêya deryayê tenê çend demjimêran dûrî Marsîlyayê ye. Piştî krîza Tengava Hurmuzê, cîhanê qîmeta korîdorên ewle û aram li vir fêm kir. Li vir girîngîya erdnîgarîya Sûrîyê derdikeve pêş, ku îro rola xwe ya zindî wekî xaleke girêdanê ya hîmdar di bazara korîdorên cîhanî de vegerand.

Berîya 14 mehan, koma (CMA-CGM) peymana pêşxistina Bendera Laziqîyê bi veberhênaneke bi qasî 230 mîlyon Euroyan îmze kir, hîn salek derbas nebûye komê biryar da ku 200 milyonên din lê zêde bike da ku karîna benderê bilindtir bike.

Ez nexşerêyeke tevahî ji bo jinûveavakirin û hevkarîyê dibînim. Em dabaşa sîstemeke entegreyê dikin, ji nûkirina fîloya me ya esmanî, karkirina firokexaneyan û nûjenkirina sîstemên veguhastina esmanî, heta bi lêgerîna enerjîyê di avên me yên herêmî de, nûjenkirina torên av û elektrîkê, û gihîştina bi sektorên nexweşxaneyên zanîngehan, pîşesazîya xwarinê û nûjenkirina binesazîya dîjîtal û tomara sivîl.

Bajarên me yên pîşesazî amade ne ku bibin platformeke destbikarbûnê ji bo kargehên we. Ya ku piştgirîya vê yekê dike, xwespartina me ye bi vejîna Sûrîyê bi biryareke serwerî. Em jîngeheke veberhênanê ya nûjen ava dikin ku yasa û sazî tê de serdest in.

Hevkarîya stratejîk ku em bi Fransayê re ava dikin, ew model e ku em ji bo têkilîyên xwe yên bi Ewropa û cîhanê re dixwazin. Hevkarîyeke ku ne bi slogan û dirûşman, lê belê li ser hîmê berjewendîyên ku xizmeta gelên Sûrîyê û Fransayê dikin tê avakirin.

Serok Ehmed El-Şeri’ li Koşka Gel li Şamê Pêşwazîya Şandeke Tirkîyê Kir
​Qeter Derbasbûna Îsraîlê bo Parêzgehên Quneytira û Derayê Şermezar Dike
Hevkarîyeke Sûrî-Îraqî ji bo Vemirandina Agirê Dergehê Rebî’eyê
Serok El-Şeri’: Salvegera Şerê Rizgarkirinê Tekez Dike ku Sûrîyê Yek Dewlet e û Parçebûnê Qebûl Nake
Serok El Şera fermanek derxîne Bi avakirina Encûmena Bilind a Perwerdehiyê
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:Ehmed El-Şeri’Emmanuel MacronFransaSerokê FransayêSerokê SûrîyêSûrîye
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

​Komîteyeke Lêkolîn û Lêpirsînê ji bo Kadroyên Girtîgeha Kobanê Tê Avakirin

September 15, 2026

Sûrîye û Tirkîye Hevkarîya di Warê Jinûveavakirinê de Gotûbêj Dikin

September 15, 2026
Wêne ji ​Arşîvê ye

​Ewlehîya Hundirîn li Helebê Keseke ku Karên Cadûgerîyê Dike Destgîr Dike

September 15, 2026

Hêzên Ewlekarîya Navxweyî li Reqayê Komeke Çeteyên ku Tawanên Revandin û Talankirinê Pêk Anîne Digire

September 14, 2026
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?