Bruksel-SANA
Yekîtîya Ewropayê (YE)duh Înê pêşwazî li lihevkirina di navbera hikûmeta Sûrîyê û Hêzên Sûrîya Demokratîk HSDê de kir û bang kir ku ev tifaq bi rihekî tije nîyeta baş û lihevkirinê were cîbicîkirin.
Berdevkê fermî yê YE ji bo Karûbarên Derve û Sîyaseta Ewlekarîyê Enwer El-Enûnî di daxuyanîyekê de ku li ser malpera YE hatiye weşandin, got: “Agirbesteke seranserî pêwîst e ji bo peydakirina alîkarîyên mirovî, parastina sivîlan û vegera koçberên navxweyî. Aramîya bakurrojhilatê Sûrîyê ji bo serkeftina proseya veguhertineke sîyasî ya berfireh li Sûrîyê û parastina mafên gelê Sûrîyê xaleke hîmdar e.”
El-Enûnî tekez kir ku YE bi temamî amade ye ji bo piştevanîya cîbicîkirina rêkeftinê û bang li hemû alîyan kir ku “ewlekarîya kampan û navendên binçavkirinê dabîn bikin û ji bo rêgirtina li vegera rêxistina DAIŞê têbikoşin.”