Rîyad – SANA
Şandeyeke Desteya Standard û Kalîteyê ya Erebî ya Sûrî bi serokatîya Rêveberê Giştî Yasir Ilêwî, li Rîyadê ligel Desteya Taybetmendî, Standard û Kalîteyê ya Siûdîyê, xurtkirina hevkarîya hevbeş di warên pîvandin, binesazîya kalîteyê û pêşxistina xebatên teknîkî de gotûbêj kirin.
Civînên teknîkî yên roja Sêşemê li ser pevguhertina serpêhatîyan di warê veguherîna dîjîtal, amadekirina standardên pîvankirî, pergalên pîvandinê û bernameyên lihevhatinê de bûn. Her wiha şandeya Sûrî li ser tecruba Siûdîyê ya di bilindkirina şîyan û silametîya berheman de ji bo xurtkirina pêşbazîya wan agahdar bû.

Armanca serdanê berfirehkirina naskirina hevbeş a belgeyên lihevhatinê û piştgirîkirina pergala kalîteya Sûrî li ser asta navdewletî ye. Her wiha roja Duşemê ligel Navenda Laboratuara Kendavê “GCC LAB” hevkarîya ji bo pêşxistina pergalên taqîkirinê û avakirina şîyanên teknîkî hat gotûbêjkirin.

