New York-SANA
Cîgirê Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûrîyê Claudio Cordone hevsozîya xwe bi malbat û dostên Dr. Ebdilrehman Yasîn û hevjîna wî Dr. Ranya El-Ebasî re dîyar kir, piştî eşkerebûna encamên ku piştrast dikin zarokên wan di girtîgehên rejîma revîyayî de hatine kuştin.
Cordone di peyamekê de li ser platforma “X”ê îro Yekşemê got: “Piştî ragihandina kuştina zarokên Ranya El-Ebasî li ser destê rejîma berê, ez hevsozîya xwe ya herî kûr ligel xizm û dostên wan, ligel hemû malbatên windayan, qurbanîyan û yên ku ji hovîtîyên li Sûrîyê rizgar bûne radigihînim.”