Bexda-SANA
Nûnerê Amerîka yê Taybet bo Sûrîyê Tom Barack, îro yekşemê di peywendîyeke telefonî de ligel Serokê Partîya Demokrat a Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî, geşedanên dawî li Sûrîyê û rewşa sîyasî ya herêmê bi giştî gotûbêj kirin.
Malpera fermî ya Barzanî ragihand ku her du alîyan di wê peywendîya telefonî de li ser “pêwîstîya berdewambûna avêtina hemû gavên ku rê li ber alozîyan digirin, û karkirina ji bo pêkanîna aştî û çespandina aramîyê li herêmê” li hev kir.
Rêkeftina agirbestê û yekbûna tam a Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD)ê di nav sazîyên dewleta Sûrîyê de, ku ji alîyê Serok Ehmed El-Şeri’ ve di 18ê Çileya borî de hatibû îmzekirin, li ser asta Erebî û navneteweyî rastî pêşwazîyeke berfireh hat.