Ebû Zebî-SANA
Wezîrê Bazirganîya Derve yê Îmaratê Tanî Ehmed El-Zeyûdî tekez kir ku têkilîyên di navbera Sûrîye û Îmaratê de di hemû qadan de, xasma di warê veberhênan û bazirganîyê de, vejîn û geşbûneke mezin dibînin.
El-Zeyûdî îro Çarşemê di daxuyanîyekê de li ser platforma “X”ê got: “Ev geşbûn pêk nedihat eger piştgirîya bêsînor a serokatîya her du welatên bira û rênimayên wan ji bo tîmên kar nebûna, da ku lêgerîna li derfetên avakirina hevkarîyên piştgir ji bo hewlên başbûna aborî li Sûrîyê berdewam bikin.”
El-Zeyûdî gotina xwe wiha bi dawî kir: “Min silavên serokatîya Dewleta Îmaratê û hêvîxwestinên wan ji bo Sûrîyê û gelê wê ji bo aramî, geşedan û serfirazîyeke zêdetir, gihandin Serok Ehmed El-Şeri’.”