Berlîn-SANA
Wezîra Kar û Karûbarên Civakî ya Sûrîyê Hind Qebewat, ligel Wezîra Hevkarîya Aborî û Geşepêdanê ya Almanyayê Rîm El-Ebelî Radovan, beşdarî rûniştineke dîyalogê ya bi navê “Ji Berlînê bo Sûrîyê.. asoyên sîyasî” bû.
Ev rûniştin di çarçoveya çalakîyên konferansa “Avakirina piran ji bo paşerojeke baştir ji bo Sûrîyê” de hat lidarxistin, ku li Berlîna paytexta Almanyayê bi rê ve diçe.



