Şam-SANA
Serok Ehmed El-Şeri’ piştrast kir ku Sûrîye îro lekeyeke tarî hildiweşîne û bi destên xwe rûpelekê ji demborîya xwe ya biêş diqetîne, da ku ber bi asoyên geşepêdan, avakirin û nûjenkirinê ve gavan biavêje.
Serok El-Şeri’ di peyamekê de ji bo gelê Sûrîyê got: “Gelê Sûrîyê yê mezin, we careke din serkeftin pêk anî; cezayên li ser we hatin rakirin û qeyd û bend hatin şikandin. Ez ji Xwedayê mezin lava dikim ku di xizmeta we de bibe alîkarê me.”
Her wiha Serok El-Şeri’ spasîyeke jidil pêşkêşî Serokê Amerîkayê Donald Trump û hemû welatên dost û piştevan kir ku li kêleka Sûrîyê sekinîn.