Beyrût – SANA
Serokwezîrê Libnanê Newaf Selam tekez kir ku hevdîtina wî ya bi Serok Ehmed El-Şeri’ re li Şamê Şemîya borî bi mebesta xurtkirina hevkarîya dualî bû; Selam bidawîkirina nakokîyan ragihand ji bo çespandina têkilîyên biratî û bidestxistina pêşketineke berbiçav ku dê encamên wê nêzîk di navbera her du welatan de dîyar bibin.
Di hevdîtinan de pêşxistina hevkarîya aborî, bazirganî û elektrîkê û hêsankirina tevgera kesan û kelûpelan hatin gotûbêjkirin. Selam damezrandina “Encumena Bilind a Hevkarîyê” ligel Sûrîyê ragihand, ku dê civîna xwe ya yekem di meha Hezîrana bê de li dar bixe, ji bo xurtkirina têkilîyên li ser bingeha rêzgirtina serwerîyê hatine avakirun.
Selam tekezî li ser pabendbûna Libnanê bi rawestandina şer û vekişîna Îsraîlê li gorî ajendeyeke zelal kir, tevî giranîdana hikûmetê li ser vegerandina koçberan bo gund û bajarên wan ên wêranbûyî li Başûr ku ji ber êrîşên berdewam ên Îsraîlê zirar dîtine.