Ebû Zebî – SANA
Encumena Rîspîyên Misilmanan teqîna terorîstî ya ku berî du rojan li Şamê rû dabû û gelek qurbanî li pey xwe hiştin, bi tundî şermezar kir.
Encumenê di daxuyanîyekê de redkirina xwe ya qutbir ji bo van kiryarên ku li dijî hînkirinên Îslamê, şerîetên ezmanî, peyman û normên navneteweyî ne dupat kir.
Encumenê helwesta xwe ya neguhêr a li dijî hemû şêweyên tundûtûjî û terorê, ku armanca wan tirsandina sivîlan û hejandina ewlehî û aramîyê ye dubare kir.
Encumenê sersaxîya xwe ya jidil ji bo malbatên qurbanîyan û ji bo hikûmet û gelê Komara Erebî ya Sûrîyê ragihand û hêvîya rehetîyeke lezgîn ji bo birîndaran kir.