New York-SANA
Dewleta Qeterê careke din helwesta xwe ya piştgir ji bo serwerî û yekîtîya axa Sûrîyê û şermezarkirina tund a êrîşên Îsraîlê yên li ser axa wê dûpat kir.
Êvara duh Çarşemê, Ajansa Nûçeyan a Qeterê “QNA” li ser zimanê nûnera Qeterê ya Daîmî li Neteweyên Yekbûyî Elya Ehmed bin Sêf Al Sanî ragihand ku, di civîna Encûmena Ewlekarîyê de li ser rewşa Rojhilata Navîn li New Yorkê gotiye: “Dewleta Qeterê careke din piştgirîya xwe ji bo serwerîya Sûrîya destebira û yekîtîya wê dûpat dike, û êrîşên Îsraîlê yên ku serwerîya Sûrîyê binpê dikin û li dijî qanûnên navdewletî û Peymana NY ne, şermezar dike û qebûl nake.”