Rîyad-SANA
Wezîrê Rêveberîya Xwecihî û Jîngehê Mihemed Enceranî li Rîyadê bi Wezîrê Karûbarên Şaredarî û Niştecihkirinê yê Erebistana Siûdîyê Macid bin Ebdullah El-Heqîl re civîya.
Her du wezîran rêyên bihêzkirina hevkarîyê û pevguhertina ezmûnan di warên karên şaredarîyê, geşepêdana bajaran û başkirina binesazîyê de gotûbêj kirin.
Di dawîya serdanê de, her du alîyan memorandûmeke têgihîştinê îmze kirin ku armanca wê bilindkirina asta hevkarîya teknîkî û sazûmanî ye, bi awayekî ku di pevguhertina ezmûnan derbarê plansazîya bajaran, geşepêdana xizmetguzarîyên giştî û bihêzkirina şîyanên mirovî di warê rêveberîya şaredarîyan de bibe alîkar.






