Şam-SANA
Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî tekez kir ku derxistina navê Sûrîyê ji lîsteya welatên piştgirên terorê, berhema wê guherîna rasteqîn e ku gelê Sûrîyê bi destên xwe afirandîye; her wiha ev pêngav nîşana pabendbûna dewleta nû ya Sûrîyê bi ewlehî û aştîya navneteweyî ye.
El-Şeybanî duh Duşemê di daxuyanîyekê de li ser platforma (X)ê ragihand: “Em vê serkeftina dîrokî û derxistina navê Sûrîyê ji lîsteya welatên piştgirên terorê li gelê xwe yê Sûrî yê mezin pîroz dikin. Ev biryar piştî 47 salan ji rêzbendîyekê tê ku encama sîyaset û reftarên rejîma borî bû; ew tu carî ne bijarteya gelê me bû û ne jî layiqî nav û dîroka Sûrîyê bû.”
Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed El-Şeybanî anî ziman ku ev pêngav encama wê guherînê ye ku Sûrîyan bi dest xistiye, û vîna dewleta Sûrîyê ya nû di parastina ewlehî û aştîya cîhanî de nîşan dide.
Her wiha wezîr bal kişand ser giringîya hevkarî û şirîkatîya bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û hemû welatên cîhanê re di vê serdemê de.
Nanborî gotina xwe wiha kuta kir: “Li ser bingeha rênimayîyên Serok Ehmed El-Şeri`, em dê xebatên xwe bidomînin ji bo rakirina şopên vederbûnê. Armanca me avakirina jîngeheke li ser bingeha zelalî, berjewendîyên hevbeş û rêzgirtina dualî hatibe avakirin, bi awayekî ku geşepêdan û aramîya Sûrîyê û herêmê xurt bike.”