Vîyena-SANA
Dadgeheke tawanê li Vîyenayê, biryara cezayê heşt salan ê zindankirinê li her du efserên rêjîma Sûrîyê ya berê Xalid El-Helebî û Musʼeb Ebû Rukbe birî, piştî ku ew bi tawanên îşkencekirin û binpêkirinên dijî 21 sivîlan li Sûrîyê, di navbera salên 2011 û 2013an de, hatin tawanbarkirin. Li alîyê din, Dozgerîya Giştî daxwaza girankirina cezayê kir.
Ev doz li Nemsayê yekemîn kêşe ye, ya li ser bingeha prensîba “Dadwerîya Gerdûnî” destûrê dide şopandina kesên tawanên giran pêk anîne, bêyî liberçavgirtina cihê pêkanîna wan tawanan.
Ev darizandin beşek ji zincîreke pêngavên dadwerî yên wek wê li Ewropayê ye, ku di mehên borî de li Holenda (Lahey), Brîtanya (London) û Almanyayê (Berlîn û Koblenz), doz li dadgehan vebûne û biryarên cezakirinê hatine dayîn, li dijî berpirs û endamên rejîma Sûrîyê ya berê, yên bi tuhmetên pêkanîna tawanên dijî mirovahîyê hatine tuhmetbarkirin.


