Stenbol-SANA
Şandeya Encumena Gel a Sûrîyê di kar û xebatên xula 152an a Encumena Giştî ya Yekîtîya Parlamanî ya Navneteweyî (IPU) de, ku li bajarê Stenbolê yê Tirkîyê bi rê ve çû, beşdarîyeke berbiçav û çalak pêk anî.
Encumenê îro Çarşemê bi rêya kanala xwe ya Telegramê ragihand ku şandeyê li kêleka çalakîyên vê xulê, rêzehevdîtinên dualî pêk anîn. Armanca van hevdîtinan pêşxistina hevkarîya parlamanî û ronîkirina helwestên Sûrîyê li hember dozên herêmî û navneteweyî bû.
Di vê çarçoveyê de, Serokê Parlamana Erebî Mihemed El-Yemahî tekezî li ser piştgirîya tam a parlamanê ji bo ewlehî û aramîya Sûrîyê kir. Her wiha bal kişand ser girîngîya parastina serwerî û yekbûna xaka Sûrîyê li hember her destwerdaneke derve.
Encumena Giştî ya Yekîtîya Parlamanî ya Navneteweyî karên xula xwe ya 152an di navbera 15 heta 19ê vê mehê de bi dirûşma: “Çandina Hêvîyê, Çespandina Aştîyê û Misogerkirina Dadperwerîyê ji bo Nifşên Siberojê” li dar xist.


