Enqere – SANA
Wezîrê Çandinîyê û Daristanan ê Tirkîyê, Îbrahîm Yumakli, îro Pêncşemê ragihand ku şewatên daristanan ên ku li 3 parêzgehên Balîkesir, Çenakqele û Entalya rû daye, bi giştî hatine kontrolkirin.
Ajansa Anadoluyê ji zarê Yumakli veguhast ku gotiye: “Tîmên agirkujîyê bi 115 şewatan re mijûl bûne û 110 ji wan kontrol kirine”. Her wiha dîyar kir ku: “Tîman tevahîya şevê xebatên xwe yên bejayî berdewam kirine, û ji bo ku kontrolkirina şewatan bi giştî, sibehê jî dest bi xebatên piştgirîya asmaî kirine”.
Yumakli lê zêde kir û got ku 21 balafir, 69 helîkopter, nêzîkî 500 erebeyên agirkujîyê û zêdetirî 3500 endamên têkoşîna dijî şewatan niha li meydanê dixebitin.
Wezîr jî ji alîyê xwe ve bal kişand ser wê yekê. ku kêmbûna rêjeya şilbûnê, bilindbûna pileya germahîyê, û zorîya ba metirsîya derketina şewatan zêdetir dikin, loma, ji welatîyan xwestiye ku di cihên daristanî de agir pênexin an jî her çalakîyeke ku dibe sedema rûdana şewatan, nekin.