Enqere-SANA
Balyozê Tirkîyê li Şamê Nuh Yilmaz îro Şemîyê tekez kir ku welatê wî û Sûrîye li ber derfeteke stratejîk a girîng in di bazara enerjîyê de, xasma piştî girtina Tengava Hurmuzê li ber tevgera veguhastina bazirganî ji bo nêzîkî heft hefteyan.
Yilmaz di daxuyanîyekê de ji bo ajansa “Anadolu”yê li kêleka “Foruma Dîplomatîk a Antalyayê” got: “Dibe ku qeyrana enerjîyê bibe sedema vekirina rêyên bejayî yên ku di xaka Tirkîyê re ber bi bakur ve derbas dibin an jî gihîştina rasterast bo Deryaya Spî, her wiha rêyên alternatîf ên ku Iraqê bi Sûrîyê ve girêdidin.”
Navborî dîyar kir ku ev bijarde ji bo Tirkîye û Sûrîyê derfeteke hevbeş in da ku pêgeha xwe di nexşeya enerjîya herêmî de xurt bikin.
Di heman çarçoveyê de, Yilmaz bal kişand ser wê yekê ku pêşxistina peywendîyên bazirganî di navbera her du welatan de demê dixwaze, di nav de rêkxistina gumrik û dergehên sînorî û xurtkirina naskirina belgeyên fermî bi awayekî hevbeş.