Enqere – SANA
Wezîrê Veguhastin û Binesazîyê yê Tirkîyê Ebdulqadir Uraloglu, duh Înê tekez kir ku Tirkîye plan dike ku xeta trênê ya niha li Tirkîyê heta bajarê Helebê li Sûrîyê dirêj bike, wekî beşek ji hewlên zindîkirina xeta trênê ya dîrokî ya Hîcazê.
Tirkîye plan dike ku xetên xwe yên trênê dîsa bi Sûrîyê re girê bide bi rêya dirêjkirina xeta xwe ya niha ber bi Helebê ve bi lêçûna 110 mîlyon dolarî ji bo gihîştina Şamê, ligel nûjenkirina rêya (Nisêbîn – Qamişlo). Armanca projeyê avakirina rêbareke lojîstîk û bazirganî ya stratejîk e ku Tirkîyê bi Sûrîye û Iraqê re girê dide.
“Trêna Hîcazê” projeyeke stratejîk e ku di serdema Sultan Ebdulhemîdê Duyem de (1900-1908) ji bo girêdana Şamê bi Medîna Munewere re bi dirêjahîya 1322 kîlometreyan hatibû avakirin, bi mebesta xurtkirina girêdana cografî û hêsankirina tevgera hecîyan û hatûçûnê li herêmê.