Eman-SANA
Civîneke sêalî li Emanê bi beşdarîya Wezîrê Veguhastinê yê Sûrîyê Ye’rub Bedir, Wezîrê Veguhastinê yê Urdunê Nîdal El-Qetamîn û Wezîrê Veguhastin û Jêrxaneyê yê Tirkîyê Ebdulqadir Uraloglu hat lidarxistin.
Di vê civînê de, peyman û memorandumên lihevkirinê ji bo xurtkirina hevkarîyê di warên veguhastina bejayî, rêyên hesinî, asmanî û deryayî di navbera her sê welatan de hatin îmzekirin.
Armanca van peymanan piştgirîkirina girêdana herêmî, hêsankirina tevgera rêwî û kelûmelan û bilindkirina karîgerîya xizmetguzarîyên lojîstîk û jêrxaneyê ye. Bicihanîna van peymanan ji îro ve û ji bo sê salan dest pê dike, û di vê heyamê de dê encam û destkeftên wan li ser erdê werin nirxandin.



