Şam-SANA
Serokê Desteya Giştî ya Balafirvanîya Sivîl, Omer El-Huserî, ragihand ku Hêlên Ezmanî yên Sûrîyê ji 21ê Îlona bê de dest bi geştên rasterast û birêkûpêk di navbera Şam, Vîyena û Kopenhagenê de dikin.
Ev gav di çarçoveya plana berfirehkirina tora welatên cîhanê yên ku hêlên ezmanî di navbera wan û Sûrîye de hene û jinûvexurtkirina hêlên di nav wê û Ewropayê de tê.
El-Huserî, dîyar kir ku ev gav di çarçoveya pêvajoyeke gav bi gav û lêkolînkirî de ye ku pêdivîyên revenda Sûrîyê li Vîyena û Danîmarkayê bi cih tîne û tevgera rêwîtîyê hêsan dike. Her weha tekez kir ku deste li ser du rêyên hemgav dixebite:
- Ya yekem: Berfirehkirina tora Hêlên Ezmanî yên Sûrîyê û xurtkirina amadebûna balafirên neteweyî yên Sûrîyê li bazarên herêmî û navdewletî ye.
- Ya duyem: Anîna hejmareke bêhtir a şirketên balafirvanîyê yên Erebî û bîyanî ji bo berdewamkirin an detpêkirina geştên xwe ber bi balafirxaneyên Sûrîyê ve ye.
El-Huserî bal kişand ser wê yekê ku di dema bê de wê welatine din ên cîhanê têkevin nav tora hêlên wê yên ezmanî, û şirketên din yên firokevanîyê wê derbasî nava bazara Sûrîyê bibin. Di heman demê de tekez kir ku ev gav beşek ji rêyeke berfirehtir e ku armanca wê vegerandina Sûrîyê li cîhê wê yê sirûştî li ser nexşeya veguhastina ezmanî ya herêmî û navdewletî ye, û peydakirina vebijarkên berfirehtir ên rêwîtîyê bo welatîyan û xurtkirina peywendîya Sûrîyê bi cîhanê re ye.